Min hîn nû bawerî bi Îsa anî…nuha çi qewimî?



Min hîn nû bawerî bi Îsa anî…nuha çi qewimî?

Pîroz be! We biryarek jîn-guhartox da! Dibe ku hûn bipirsin, “Nûha çi qewimî? Çawa ez dikarim digel Xwedê dest bi rêwîtîyek bikim?” Pênc gavên ku lê jêr hatine qal kirin, ê riya Încîlê şanî we bide. Dema ku di derheqê rêwîtîya we de pirsên we hebe, ji kerema xwe re, serdanek bidin li http://www.gotquestions.org/Kurdish-Kurmanji.

1. Emîn bibin ku we ji xelasîyê fam kir.

1 Yuhanna 5:13 ji me re dibêje, “Ez van tiştan dinivîsim ji we re, ji yên ku bawerî bi navê Kûrê Xwedê tîne re, da ku hûn bizanibin jîyanek we ya sermedî heye.” Xwedê dixwaze em xelasiyê fam bikin. Xwedê dixwaze em bê guman yeqîn bikin û bizanibin ku em têne xelas kirin. Bi kurtî, ka em li xalên xelasiyê çav bigerînin:

(a) Me giştan guneh kirî. Me giştan tiştên ku Xwedê dixeyidîne kirî (Romî 3:23).

(b) Ji rûyê gunehê me de, em musteheq in ku bi veqetîna sermedî ya ji Xwedê ve, werin ceza kirin (Romî 6:23).

(c) Îsa, di çarmîxê de, ji bo cirmdayîna gunehên me mir (Romî 5:8; 2 Korîntî 5:21). Îsa ji dêla me ve mir û ceza ku em musteheq in kişand. Jinûvejîna Wî isbat kir ku mirina Îsa, ji cirmdayîna gunehên me re qîm kir.

(d) Xwedê bexşandin û xelasî dibexşîne wan kesên ku ji Îsa bawer dikin – wan kesên ku bi mirina Wî wekî cirmdayîna gunehên me dibe ewle (Yuhanna 3:16; Romî 5:1; Romî 8:1).

Ew hinareya xelasîyê ye! Heke hûn bi Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe bawer bikin, hûn xelas dibin! Hemû gunehên we tên bexşîn û Xwedê soz dide, Ew ê çu caran we ber nede an jî neterikîne (Romî 8:38-39; Matta 28:20). Ji bîr mekin, xelasîya we di dest Îsa de ewle ye (Yuhanna 10:28-29). Heke hûn ji Îsa tenê wek Xelaskarê xwe bawer bikin, hûn dikarin yeqîn bikin ku hûn ê sermedîtîyê li bihuştê bi Xwedê re derbaz bikin!

2. Dêrek baş ku we hîn Încîlê bike bibînin.

Dêrê wek avahîyek nefikirin. Dêr gel e. Hevaltîya bawermendên Îsa Mesîh pirr girîng e. Armancên bingehîn ên dêrê yek jê ev e. Madem ku we bawerîya xwe spartî Îsa Mesîh, em dikarin zehf dil bidin we, ku hûn di dorhêla xwe de dêrek Încîl-nas bibînin û bi keşekî re bipeyivin. Bila ew ji bawerîya we ya nû ya Îsa Mesîh haydar be.

Încîl fêrkirin armanca duyemîn a dêrê ye. Hûn dikarin hîn bibin mirov çawa fermanên Xwedê tetbîqê jîyana xwe dike. Ji Încîlê famkirin mifta jîyîna jînek serfiraz û xurt e. 2 Timothy 3:16-17 dibêje, “Xwedê pif hemû Pirtûka Pîroz kirî û ew ji bo hînkirin û azarlêdan û lihevrastkirin û perwerdeya çê bikêr e, da ku bendê Xwedê ji bo her kar û xebata qenc bi tevahî tevgirêdayî bin.”

Armanca sêyemîn a dêrê îbadet e. Îbadet ji Xwedê şêkirîn e ji bo her tiştên ku Wî kirî! Xwedê me xelas kirî. Xwedê ji me hez dike. Xwedê debara me peyda dike. Xwedê rêberîyê ji me re dike û rê bi me dimêre. Çawa em ê ji Wî re spas nekin? Xwedê pîroz e, dadmend e, mîrîban e, dilovan û xwedan-nîmet e. Peyxam 4:11 diyar dike, “Reb û Xwedanê me, Tu şayan î ku bibî xwediyê pesn û rûmet û hêzetê, ji ber ku te hemû tişt afirand û bi viyana te ew hatin afirandin û bûn xwediyê hebûna xwe.”

3. Her roj ji lêhûrbûna Xwedê re dem helînin.

Ew ji bo me pirr girîng e ku her roj em weqtê xwe bi lihûrbûna Xwedê re buhurînin. Hinek mirov ji viya re “silûk” dibêjin. Yên din jê re dibêjin “helanîn”, ji ber ku ew demek e ku em xwe ji Xwedê re heltînîn. Hin kes çêtir dibînin ku serê siba dem helînin; hal ev e ku yên din êvaran çêtir dibînin. Ne girîng e ku hûn ji navê vê demê re dibêjin çi an jî hûn wê kîngê didin alî. Girîng ev e ku hûn, bi rêkûpêk, bi Xwedê re weqt derbaz bikin. Kîjan bûyer dema me bi Xwedê re saz dike?

(a) Dua. Dua bi tenê bi Xwedê re axaftin e. Di derheqê xem û pirsgirêkên xwe de bi Xwedê re biaxifin. Tika ji Xwedê bikin ku hîş û rêberîye bide we. Daxwaz ji Xwedê bikin ku pêdivîyên we peyda bike. Ji Xwedê re bibêjin hûn çi qas ji Wî hez dikin û çi qas hûn hemû tiştên ku ji we re diki, dipesinîn. Tiştên ku di derheq duayê de gişt ev e.

(b) Încil Xwendin. Digel fêrbûna Încîlê li dêrê, Debistana Şemîyê, û/an lêkolînên Încîlê – divê hûn ji xwe re Încîlê bixwînin. Încîl her tiştê ku divê hûn bizanibin vedigire, da ku hûn jîyanek Xiristîyanî ya serfiraz biceribînin. Ew rêberiya Xwedê vedigire, da ku mirov awayê girtina biryarên baqil fêr bibe, viyana Xwedê bizanibe, çavdêrî kesên din bike û bi arîşenî biseridin. Încîl ji me re Kelama Xwedê ye. Încîl bi bingehî rebernameya fermana Xwedê ye ku rêber dike em ê çawa jîyanên xwe bi awayek bidomînin ku Xwedê şa bike û ji me re jî têrker were.

4. Têkilîyan bi mirovên ku dikarin ji we re bi arîşen bibin arîkar pêş ve bixin.

1 Korîntî 15:33 ji me re dibêje, “Ne xapin: ‘Hevaltîya neçê aferîneke çê xirabe dike.’” Încîl di derheq havila ku mirovên “neçê” li me dike de, bi heşyarkirinan tijî ye. Dem buhartin digel wanên ku bi bizavîyên gunehkar re mijûl dibin, dê bibe sedema jirêderxistina me ji hêla wan bizavîyan ve. Aferîneka wan, ku li dora me ye, dê “bandor” li me bike. Lewma ew qas girîng e ku mirov xwe bi kesên ku ji Reb hez dikin û bi Wî re girêdayî ne, dorpêç bike.

Bikin ku hûn hevalek an jî du heban, dibe ku ji dêra xwe bibînin, hevalên ku dikarin ji we re bibin arîkar û dil bidin we (Îbranî 3:13; 10:24). Ji hevalên xwe tika bikin bila we ji bo silûk û bizavî û meşîna we ya digel Xwedê berpirsîyar bigirin. Ku hûn dikarin heman tiştî ji bo wan jî bikin, daxwaz bikin. Wateya viya ne ev e ku divê hûn dev ji hevalên xwe giştan berdin, yên ku Îsayê Reb wek Xelaskarên xwe dizanin. Berdewam bikin bibin hevalê wan û ji wan hez bikin. Bila bi tenê bizanibin ku Îsa jîyana we guhart û hûn êdî nikarin hemû tiştên ku we berê dikir, bikin. Ji Xwedê tika bikin bila keysan bide we, ku hûn Îsa bi hevalên xwe re parve bikin.

5. Îmad bin.

Pirr mirov di derheqê îmadê de xwedîyê çewt-famek e. Wateya peyvika “îmadbûn”ê bi bin avê ve kirin e. Îmad awayek Încîlî ye ku mirov pê bawerîya xwe ya nû ya Îsa û sozê şopandina Wî bi eşkera bang dike. Kiryara bi bin avê ve bûyîn, definbûna bi Îsa re pêşdarî dike. Kiryara ji avê derketinê jî jinûvejîna Îsa teswîr dike. Îmadbûn we bi xwe bi mirin û defn û jinûvejîna Îsa re hevyek dike (Romî 6:3-4).

Îmad tiştê ku we xelas dike nîne. Îmad gunehên we naşo û paqij naki. Îmad hew gihanek fermanberîkirinê ye, ji bo xelasîyê danezanek elenî ya bawerîya we ya bi Îsa tenê ye. Îmad girîng e, lewma ku ew gihanek fermanberîkirinê ye – û bi eşkere diyarkirina bawerî û sozê we yê ji Îsa re ye. Heke hûn ji îmadbûnê re amade ne, pêwîst e ku hûn bi keşekî re biştexilin.



Vegerin li serûpela Kurdî-Kurmancî



Min hîn nû bawerî bi Îsa anî…nuha çi qewimî?