settings icon
share icon
Pirs

Ev tê çi wateyê ku mirov Îsa wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl dike?

Bersîv


Ma we Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl kirî? Jo bo ku mirov vê pirsê rast fam bike, divê hûn, pêşîn, termên mîna “Îsa Mesîh,” “şexsî,” û “Xelaskar” fam bikin.

Îsa Mesîh kî ye? Dê gelek mirov Îsa Mesîh wekî mirovek qenc, mamosteyek mezin, hetta wekî pêxemberek Xwedê bipejirînin. Van tiştanan, bê şêk û bê guman, ji bo Îsa rast in, lê bi tevahî salixdan nadin ku Ew bi rastî kî ye. Încîl ji me re dibêje ku Îsa Xwedanê di laş e, Xwedanê di şiklê mirov de ye (binihêrin li Yuhanna 1:1, 14). Xwedê hat dinê ku me hîn bike, li me guhdar bike, me li hev rast bike, me bibexşîne—û ji bo me mir! Îsa Mesîh Xwedê ye, Aferîndêr e, Rebê serwer e. Ma we vî Îsayê hanê qebûl kir?

Xelaskarek çî ye û çima em hewcê Xelaskarek in? Încîl ji me re dibêje ku me giştan guneh kirî; me giştan kiryarên neçê kirî (Romî 3:10-18). Wekî encama gunehê me, em musteheqê xezeb û daraza Xwedê ne. Cirm û ceza dadmend a gunehan, ku li hember Xwedanek cawîdanî û sermedî hatî kirin, bitenê cirm û cezayek bêdawî ye (Romî 6:23; Peyxam 20:11-15). Ji ber vê sedemê ye ku em hewcê Xelaskarek in!

Îsa Mesîh hat dinê û di dewsa me de mir. Mirina Îsa berdêlek bêdawî ya gunehên me bû (2 Korîntî 5:21). Îsa, bo ku cirma gunehên me bide, mir (Romî 5:8). Îsa berdêl da, da ku em bêçar û bêgav nemînin ku bidin. Jinûvejîna Îsa ya ji nav miriyan îsbat kir ku mirina Wî ji bo cirmdayîna gunehên me bes bû. Sedem ev e ku Îsa Xelaskarê yek û yekta ye (Yuhanna 14:6; Acts 4:12)! Ma hûn bi Îsa, wekî Xelaskarê we, dibin ewle?

Ma Îsa Xelaskarê we yê “şexsî” ye? Pirr kes Xiristîyanîyê wekî çûyîna dêre, bicîhanîna ayînan û/an jî nekirina hinek gunehan dibîne. Wîya ne Xiristîyanî ye. Xiristîyanîya Rastîn, bi Îsa Mesîh re têkilek şexsî ye. Wateya qebûlkirina Îsa wekî Xelaskarê we yê şexsî ev e, ku hûn bîr û bawerîya xweya şexsî dispêrin Wî. Çu kes bi bawerîya kesên din xelas nabe. Çu kes bi kirina çend kiryaran nayê bexşîn. Rêya xelasbûnê tenê ev e ku hûn Îsa şexsen wekî Xelaskarê xwe qebûl bikin û bi mirina Wî wekî cirmdayîna gunehên we û jinûvejîna wî jî wekî belêniya weya jîyana sermedî bawer bikin (Yuhanna 3:16). Ma Îsa şexsen Xelasakrê we ye?

Heke hûn dixwazin Îsa Mesîh wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl bikin, peyvikên jêrîn ji Xwedê re bibêjin. Ji bîr mekin, gotina vê duayê an jî duayek din we xelas nake. Bitenê, bawerkirin bi Îsa û bi kar û xebata wîya qedandî ya li çarmîxê ya jo bo we, dikare we ji gunehan xelas bike. Ev dua bitenê awayek e ku pê hûn bawerîya xwe ya bi Xwedê tênin ziman û ji Wî re ji bo peydakirina xelasîya xwe spas dikin. "Xwedêyo, ez dizanim ku min li hember Te guneh kir û ez musteheqê cirm û cezê me. Lê ez bawer dikim ku Îsa Mesîh ceza ku ez musteheq im kişand, da ku bi navgîniya bawerî bi Wî ve, ez bêm bexşandin. Ez pêşniyara bexşandina te qebûl dikim û ji bo xelasîyê ez xwe dispêrim Te. Ez Îsa wekî Xelaskarê xwe yê şexsî dipejirînim! Spas ji bo nîmet û bexşa Te ya şahane – xelata jîyana sermedî! Amîn!"

Ji ber yê ku we li vir xwend, we di derheqê Îsa de biryarek da? Heke bersîva we erê ye, ji kerema xwe re pê li bişkoka jêrîn “Îro min Îsa qebû kir” bikin.

English



Vegerin li serûpela Kurdî-Kurmancî

Ev tê çi wateyê ku mirov Îsa wekî Xelaskarê xwe yê şexsî qebûl dike?
© Copyright Got Questions Ministries